BI DÎMEN

Gelek navendên ewlehiyê yên rejîma Îranê hatin bombebarankirin

Ji saetên sibehê ve balafirên Amerîka û Îsraîlê bi dijwarî hemû navend û baregehên ewlekariyê yên rejîma Îranê ya li navçe û bajarên Rojhilatê Kurdistanê bombebaran dike.

Êriş û bombebarana balafirên şer yên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê dewam dike. Di van êrişan de navend û baregehên hêzên rejîmê di hedefe de ne.

Li gorî agahiyên Rojnewsê, balafirên Amerîka û Îsraîlê baregeha Supayê Pasdaran ya li Pawe, baregeha Basîc ya li Mihabad, baregeha Spayê Pasdaran ya li navenden û derveyî Urmiyê, avahiyên Îtilaatê ya li Sine û gelek navendên din bombebaran kirine.

Heta niha ji ber êrişên dijwar encamên van êrişan nehatiye belavkirin. Qala kuştina bi dehan leşkerên Îranê tê kirin.

Di van kêliyan de jî li esmanê bajarê Silêmaniyê ku bi Rojhilatê Kurdistanê re bi sînore dizivirin.